ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-07-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-07-2026
17 tîrmeh, 2026   02:00

Şoreşa 19`ê Tîrmehê ya 2012`an di dîroka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de xaleke girîng bû. Herêm ji qonaxa xwepêşandan û şer derbasî Rêveberiya Xweser bû ku ji aliyê gelê herêmê ve hat birêvebirin. Piştî vê yekê rêzeêrişên leşkerî yên demdirêj ji aliyê artêşa Tirk, çeteyên DAIŞ`ê û yên din ve hatin destpêkirin. Tevî van êrişan jî, Rêveberiya Xweser berdewam kir û saziyên xwe ava kirin, berfireh kirin û di nav zehmetiyên berdewam de di 10 salên borî de bû yek ji ezmûnên siyasî û rêveberiyê yên herî berbiçav ên Sûriyeyê.

Jinên ji Girke Legê got tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan qebûl nakin û girtina wî binpêkirina mafên mirovan e.

Helbestvan Hozan Girkundê li ser jiyana gundê xwe, koçberî û hezkirina welat helbest nivîsîne û girêdana gelê Kurd bi nasname û zimanê xwe ve aniye ziman. Helbestan dibêje “Divê em zêde bixwînin û kêm çap bikin.”

Şêniyên bajarê Dêrikê hewldanên guhertin û erebîkirina navên gund û bajarên Kurdan red kirin û destnîşan kir ku ew nav ji bo wan hêmanên dîrokî û çandî yên herêmê ne.

Jinên ji Amûdê diyar kir ku ew piştgiriya YPJ`ê dikin û xwest YPJ bibe hêzeke fermî ya Sûriyeyê.

Şêniyên bajarê Hesekê ji ber zêdebûna buhayên kel û pelan û bi daxwaza başkirina rewşa debarê çalakiyekê li çerxerêya Kevokê li dar dixin, saet 18.00. (BI WÊNE Û DÎMEN)