DYA‘yê pêleke nû ya êrişan li dijî Îranê da destpêkirin

Artêşa DYA’yê ragihand ku ew di şeva 6‘emîn de li dijî Îranê êrişên hewayî kirin. Li Buşehr, Ahvaz, Bender Ebbas û Girava Qeşmê teqîn çêbûn.

DYA‘yê pêleke nû ya êrişan li dijî Îranê da destpêkirin
16 tîrmeh, 2026   23:30
 NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa DYA’yê ragihand ku di şeva 6‘emîn a operasyonên leşkerî yên li dijî Îranê de, êrişên hewayî yên nû kirine.

Fermandariya Hêzên Navendî ya DYA'yê (CENTCOM) ragihand ku armanca êrişên ku bi saeta Parîsê di 20:00’an de pêk hat, “berdewamkirina qelskirina qabiliyetên leşkerî yên Îranê ye.

Rayedarên xwecihî yên Îranê ragihandin ku DYA’yê li cihên cuda ên li derdora Tengava Hurmuzê êrişên hewayî kiriye. Walîtiya Hormozganê diyar kir ku di saetên êvarê de Grava Keşmê çend caran bi mûşekan hatiye xistin. Herêma stratejîk a Bender Ebbas jî hedef hat girtin.

Ajansa nûçeyan a fermî ya IRNA’yê ragihand ku li bajarên Buşehr, Ahvaz û Bender Ebbas dengê teqînan hatiye.