Bi xebateke komînal 500 dar çandin
Şêniyên gundê Til Zîwan ê Tirbespiyê bi xebateke komînal 500 dar li gundê xwe çandin.
Gundiyên gundê Til Zîwan ê navçeya Tirbespiyê ya kantona Cizîrê bi însyatîfeke hevbeş û komînal nêzî 500 şitilên darên sinoberan li derdora gundê xwe çandin.
Welatiyê bi navê Mesûd Ferhan Dawûd ji ajansa me re got, dê xebata wan a çandina daran dewam bike.
Mesûd Dawûd got: “Piştî gelek nîqaşên ji hêla gundiyan ve bi hevkariya komînê, me pêwîstî bi çandina daran dît. Me 500 şitilên daran çandin. 100 dar li ber çemê gund û ên din jî di nava gund de hatin çandin.”
Dawûd got ew ê di demên pêş de ji bo avdana van daran bîrekê bikolin û ev li gotinên xwe zêde kir: “Da ku em xwedî li van daran derkevin û encamekê jê bigirin, şênî dê bîreke avê li destpêka gund bikolin.”
Mesûd Dawûd bal kişand ser girîngiya van projeyan û ev bang li welatiyan kir: “Ez bang li tevahî şêniyan dikim, bi taybet ên li gundan; xwezeya gundê xwe xweşik bikin. Xwedî lê derkevin. Werin em bi hev re hewaya gundên xwe xweştir bikin û rê li ber bêhnên xirab bigirin.”
Her wiha Dawûd got ew ê di rojên pêş de li têketina gund darên fêkî jî biçînin.
ANHA