Îsraîlê daristana Berîqa ya Quneytîrayê topbaran kir

Hêzên Îsraîlê daristana gundê Berîqa yê Quneytîrayê topbaran kir.

 Îsraîlê daristana Berîqa ya Quneytîrayê topbaran kir
12 mijdar, 2026   22:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Îsraîlê vê êvarê daristana gundê Berîqa yê Quneytîrayê da ber topan, lê agahiyên der barê windahî û zeraran de nîn in.

Li gorî amarên Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), Îsraîlê ji destpêka 2026’an ve nêzî 117 cihên li xaka Sûriyeyê hedef girtine, di encamê de nêzî 13 armancan weke depoyên cebilxaneyan, navend, baregeh û wesayît hatine wêrankirin. Her wiha ji ber êrişan 7 kes hatine kuştin.

(f)