ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-06-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-06-2024
13 hezîran, 2024   02:00

 Jinên ciwan ên tev li şêwirên xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan dibin, bang li jinan kir ku wan pirtûkan bixwînin û diyar kir ku pirtûkên Rêber Ocalan ji bo nasandina dozên civakê û diyarkirina rola girîng a jinan ji bo avakirina civakeke demokratîk û azad, gelekî girîng in.

Dewleta Tirk a dagirker li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetirî 2 hezar hektar çandinî û 19 hezar darên berhemdar şewitandin.

Bijîşkê Nexweşxaneya Gel a Hesekê Rizgar Xelîl aşkera kir ku hejmara zarokên ji ber ava vexwarinê ya qirêjî bi jehrê dikevin, zêde dibe û êdî nikarin wê hejmarê li nexweşxaneyê derman bikin û bang li şêniyan kir ku baldar bin.

Li bajarê Qamişlo pirsgirêka avê ku ev hefteyeke derketiye, welatî xistine tengezariyê.

Desteya Perwerdê û Fêrkirinê li Minbicê ji bo banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşekê li dar dixe, saet 10:30ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Koçberên Efrînê yên li Şehbayê ji bo şermezarkirina siyasetên guhartina demografîk li Kampa Serdemê daxuyaniyekê didin, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê Efrîn û Şehba cenazeyê şehîd Mêrvan Efrîn li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê oxir dike, saet 18:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)