Bi meşeke girseyî tecrîd hat şermezarkirin û berxwedana Îmralî hat silavkirin

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo bêdengiya rêxistinên navneteweyî ya li hember binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û got: "Rêber Abdullah Ocalan li seranserî cîhanê li aştiyê digere û divê em jî ji bo azadiya wî tê bikoşin."

12 hezîran, 2024   23:02
QAMIŞLO

Di çarçoveya pêngava cîhanê ya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya " de, Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan meşeke girseyî li bajarê Qamişlo yê kantona Cizîrê li dar xist. Di meşê de banga bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hat kirin.

Meş ji çerxerêya Osman Sebrî dest pê kir û ber bi Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ve bi rê ket. Di meşê de şêniyên Qamişlo, Amûdê, Tirbespiyê û Til Hemîs, rûspiyên eşîrên EReb, oldar û şandeyek ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê beşdar bûn.

Li pêş Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo meş vegerî mîtîgnê û li wir berdevka Kongra Star a Qamişlo Îbtîsam Hisên got: "Em berxwedana Rêber Abdullah Ocalan ku ji 25 salan ve di encama komploya navneteweyî de di girtîgeha Îmraliyê de ye, silav û pîroz dikin."

Îbtîsam wiha domand: "Dewletên ev komplo pêk anîne dixwazin nexşeya Rojhilata Navîn ji nû ve xêz bikin û projeyên xwe ji bo 100 salên din li herêmê pêk bînin. Her wiha ew hewl didin ajandeyên xwe pêk bînin û serdestên gelên herêmê bin."

Îbtîsam Hisên diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan bi projeya neteweya demokratîk li hember siyasetên dewletên kapîtalîst sekinî û got: "Rêber Abdullah Ocalan berxwedaneke mezin li Îmraliyê dide meşandin."

Endamê Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Heyal Xiwêr got: "Hêzên hegemonîk tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan ku di girtîgehê de di îşkenceyên derûnî û fîzîkî re derbas dibe, didomînin."

Xiwêr helwesta rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî li hember binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan girtîgeha Îmraliyê kiriye çavkaniya ronahî û azadiyê.

Xiwêr anî ziman ku neteweya demokratîk alternatîfa pergala dewletbûnê ye û got: "Rêber Abdullah Ocalan li seranserî cîhanê li aştiyê digere û divê em jî bi hevgirtina xwe ji bo azadiya wî tê bikoşin."

(mh)

ANHA