Şahiyek ji zarokên astengdar re hat lidarxistin

Bi diruşma ˊBi vîna xwe xewnan pêk tîninˊ Desteya Kar û Barên Civakî ya Kantona Reqayê şahiyek ji zarokên Dibistana Şehîd Beşîr Feysel El Huwêdî re li dar xist.

12 hezîran, 2024   23:47
REQA

Di şahiyê de nûnerên ji Desteya Kar û Barên Civakî, hevserokatiya Partiya Sûriya Pêşerojê, Meclisa Rêveber a kantona Reqayê, nûnerên ji Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û malbatên xwendekaran beşdar bûn.

Di şahiyê de hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Reqayê Meşleb El Turkman axivî û got: "Em îro li vir serkeftinên keç û xortên xwe yên astengdar pîroz dikin."

El Turkan spasiya mamosteyên dibistanê kir û wiha domand: "Astengdar, ne yê/ya ku çavên xwe ji dest daye ye, lê belê astengdar ew mirovê vîna wî ji dest hatiye standin e."

Li ser navê Desteya Kar û Barên Civakî gerînedeyê Navenda Şehîd Beşîr Feysel El Huwêdî bixêrhatina beşdaran kir û got: "Ev navend ji bo fedekariya zarokên şehîdan peyama herî binirx e. Em di xizmetkirina xwendekaran de dewam dikin. Em piştgiriyê ji bo navenda ku tê de 400 xwendekarên ji Reqa û yên li Reqayê bi cih bûne dixwazin."

Dûre xwendekarên navendê şanoyek pêşkêş kir. Her wiha hevserokê Desteya Kar û Barên Civakî Farûq El Maşî û hevserokê Meclisa Rêveber a kantona Reqayê Meşleb El Turkan û hevserokê Meclisa Gelan a Demokratîk a kantona Reqayê Xedîm Îdan xwendekar û mamoste xelat kirin.

(fr)