Li gundewarê Helebê di pevçûnekê de kesek birîndar bû

Di pevçûna navbera 2 kesan li bajarê Cerablusê yê rojhilatê Helebê de kesek birîndar bû.

Li gundewarê Helebê di pevçûnekê de kesek birîndar bû
11 mijdar, 2026   23:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), di navbera 2 pismamên ji bajarê Cerablusê yê rojhilatê Helebê de li ser paşxaneya nakokiyan, kesek birîndar bû.

Di 8’ê Mijdarê de, di encamên pevçûn û bikaranîna çekan de ji hêla ferdên 2 malbatan li taxa Amîriye ya Helebê ve kuştî û birîndarî çêbûn.

(f)