ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-02-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-02-2026
12 sibat, 2026   02:00

Siyasetmedaran bi gotina "Bila partiyên siyasî berjwendiyên xwe bidin aliyekî û bi hev re ji bo mafên gelê Kurd bixebitin" girîngiya yekitiya neteweyî vegot. BI WÊNE Û DÎMEN

Hevserokên Saziya Olî bang li zanyar û melayan kir ku civakê ji zimanê nefretê biparêzin û li pêşiya şer bigirin. BI WÊNE Û DÎMEN

Koçberên li Kobanê ya dorpêçêkirî zehmetiyên koçberî û kêmbûna derfetan vegotin û diyar kir ku hêviya wan a vegera li malên xwe qut nebûye. BI WÊNE Û DÎMEN

Wezareta Perwerde û Fêrkirinê ya Sûriyeyê li Şamê peymanên mamosteyên Elewî yên rêveberiya dibistanan dikin, betal kirin. BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên Kobanê diyar kir ku tevî hemû zehmetiyan jî ew ê li ber xwe bidin û got: "Me şev û rojên xwe kirine yek û parastina axa xwe dikin." BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên Tirbespiyê destnîşan kir ku êrişên li ser gelê Kurd ê Rojava berdewama komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan in. Armanc jî destkeftiyên siyasî û civakî yên gelê Kurd lawaz bikin, doza wan bi dawî bikin û projeya aştiyê ya demokratîk li herêmê têk bibin. BI WÊNE Û DÎMEN

Di çarçoveya şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo de, Înîsiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan li navenda xwe ya Qamişloyê daxuyandiyekê dide, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê der barê rewşa ku Rojava tê re derbas dibe de li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan daxuyaniyekê dide, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya bajarê Tirbespiyê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo li pêş navenda xwe daxuyaniyekê dide, 18.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN