Li gundewarê Hemayê di nava eşîran de pevçûnên dijwar

Li herêma Şehşebo ya gundewarê Hemayê di nava eşîrên herêmê de pevçûnên dijwar dan, heta gihîşt herêmên din jî. Şêniyan bang li aliyên eleqedar kir ku destwerdanê bikin.

Li gundewarê Hemayê di nava eşîran de pevçûnên dijwar
11 sibat, 2026   23:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Di navbera eşîran li herêma Şehhebo eşîrên herêmê û komên çekdar bi hev ketin. 

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di navbera eşîra Benî Xalid û komên çekdar de pevçûnên dijwar derketin û ev pevçûn gihîştin bajarê Kefernibul.

Şêniyên herêmê bang li aliyên eleqedar kir ku destwerdana lezgîn bikin, pevçûnên bi dawî bikin, û beriya mezin dibe çareser bikin.

Li herêmên di bin kontrola hikumeta demkî ya Sûriyeyê de tevliheviya ewlehî, pêkanînên şêlandinê, talankirinê û pevçûnên eşîrtiyê didomin.

(fr)