DYA'ê bang li welatiyên xwe kir: Sûriye jî di nav de neçin 21 dewletan

Wezareta Derve ya Amerîkayê hişyariyeke rêwîtiyê ji asta 4ˊemîn da, bang li welatiyên xwe kir ku Sûriyê jî di nav de neçin 21 dewletan.

DYA'ê bang li welatiyên xwe kir: Sûriye jî di nav de neçin 21 dewletan
11 sibat, 2026   23:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hişyariyek rêwîtiyê ya asta 4ˊan da, ku asta herî bilind di pergala hişyariyên rêwîtiyê de ye, bang li welatiyên xwe kir ku ji ber xeteriyên ewlehiyê, Sûriye jî di nav de neçin 21 dewletên li seranserî cîhanê.

Lîsteya welatên ku di hişyariyê de cih girtine ev in: Afganistan, Belarûs, Burkîna Faso, Myanmar, Komara Afrîkaya Navîn, Haîtî, Îran, Iraq, Lubnan, Lîbya, Malî, Nîjer, Koreya Bakur, Somal, Sûdana Başûr, Sûdan, Sûriye, Ukrayna, Venezuela û Yemen.

Pergala hişyariyên rêwîstiya Amerîkayê li ser 4 astan e; ji asta tedbîrên asayî dest pê dike, dûre hişyariya zêde tê dayîn, dûre ji nû ve nirxandina rêwîtiyê tê kirin, û bi "rêwîtiyê nekin " wekî asta herî bilind a hişyariyê diqede. Ev hişyarî di rewşên pevçûnên çekdarî, bêaramiyên cidî, yan xetereyên ewlehiyê yên bilind de tên dayîn.

(fr)

ANHA