ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-04-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-04-2026
11 nîsan, 2026   02:00

Bekir El Ceradê diyar kir ku gelê Kurd azadiya xwe di azadiya Rêber Abdullah Ocalan de dibîne û got "Em li hêviyê ne ku gav werin avêtin.” BI WÊNE Û DÎMEN

Li tevahiya bajarên herêma Cizîrê gel çalakî û xwepêşandanan bi rêxistin dike da ku dîlgirtî serbest werin berdan. BI WÊNE Û DÎMEN

Nûnerê qebîleya El Sada El Eşraf diyar kir ku zimanê nefretê xetereyê li ser têkilî û jiyana pêkhateyên Sûriyeyê çêdike û divê dawî lê were. BI WÊNE Û DÎMEN

Zehmetiyên koçberên li Kampa Waşûkanî ji ber qutkirina alîkariyên mirovî zêdetir bûne. Koçberan xwest vegera wan a li gund û bajarên wan were garantîkirin û dawî li êşa wan a ji sala 2019'an de were. BI WÊNE Û DÎMEN

Di nav hezaran gorên hejmarkirî û nebûna statîstîkên fermî de, şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê çîrokên koçberkirina bi darê zorê, qurbaniyên bênav û kiryarên tirsandinê vedibêjin ku di bîrdanka şêniyên her du taxan de birînên nekewiyayî hiştine. BI WÊNE

Laboratuwara navenda tenduristiyê ya Dêr Mamayê veguhastin Hemayê û şênî ji vê yekê ne razî ne. BI WÊNE

Bi hevkariya Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunerê li bajarê Amûdê merasîma sersaxiyê ya hunermend Elî Mensûrî Agirî tê lidarxistin, 10.30ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Ji bo rojnamevanên ku di meha Çileyê de li bajarê Reqayê agahî ji wan qut bûbûn çalakvan li pêş avahiya Komîseriya Kar û Barên Penaberan a NYˊyê ya li Qamişloyê daxuyaniyekê dide, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Jinan a Sûriyeyê bi sernavê "Çîrokên kulîlkan" li Parka Xwendinê ya Qamişloyê panelekê li dar dixe, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Kongra Star a bajarê Til Temirê Dayika Uweyş li hola Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê bi bîr tîne, 12.00ˊan, li bajarê Hesekê jî li hola Kelasê bi bîr tîne, 11.30ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Li Navenda Xabûrê ya Çand û Hunerê ya taxa Muftî şahiyek ji bo zarokên şehîdan tê lidarxistin, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Kobanê bi xwepêşandanekê daxwaza bedana dîlgirtiyên li gel hikumeta demkî dikin. Xwepêşandan ji Qada Jina Azad dest pê dike, 11.00ˊan. Li Dirbêsiyê jî xwepêşandanek bi heman mijarê ji Qada Şehîdan ve dest pê dike, 10.30ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Nivîsgeha Têkiliyan a MSDˊê bi sernavê "Rewş digel peymana 29ˊê Çileyê de, pêwîstî û daxwaz" li Xwaringeha Razî ya Dêrikê panelekê li dar dixe, 16.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN