Li Dêrazorê ciwanek hat kuştin

Li bajarê Hecînê yê gundewarê Dêrazorê ciwanek bi guleberdana pismamekî xwe hat kuştin.

Li Dêrazorê ciwanek hat kuştin
10 nîsan, 2026   23:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) daxuyand ku li bajarê Hecînê yê gundewarê Dêrazorê xurtek bi guleberdana rasterast a pismamê xwe hat kuştin.

Li gorî SOHRˊê, di navbera her duyan de pirsgirêk derket, piştre çek hat bikaranîn, di encamê de xurtek hat kuştin.

Ligel berdewama tevliheviya ewlehî û belavbûna çekan li herêmên hêzên hikumeta demkî ya Sûriyeyê sûcên wiha dewam dikin.

SOHRˊê diyar kir ku ji destpêka meha Sibatê ve li herêmên cuda yên Sûriyeyê 140 sûc pêk hatine, di encamê de 155 kes di nav de 11 zarok û 22 jin hatine qetilkirin.

(fr)