Li Mareyê karmend rabûn xwepêşandanê

Karkerên Saziya Avê ya li Mareyê ya Helebê rabûn xwepêşandanê û daxwaza mûçeyên xwe kirin.

Li Mareyê karmend rabûn xwepêşandanê
11 nîsan, 2026   09:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Mare yê dikeve bakurê Helebê karker ji ber ku ev 5 meh e mûçeyên xwe wernagirin, derketin xwepêşandanê. 

Xwepêşandêran pankartên "Em dixwazin mûçeyên me bidin", "Mûçeyên me jî bibin wekî mûçeyê wezaretên dîtir", "Saziyên avê jî entegre bibin" û "Hinek herêm têne paşguhkirin" rakirin.

Xwepêşandêran diyar kir ku ew nikarin debara xwe bikin, ji ber mûçeyên wan ev bûye 5 meh nayên dayîn. Bang li aliyên têkildar kirin ku zû destwerdana vê rewşê bikin û mûçeyên wan bidin.

Her wiha karkerên `Aşê Reqayê` ev çend roj e ku dest bi çalakiyê kiriye. Dibêjin ev bûye 3 meh mûçeyên xwe wernagirin û ew nikarin debara xwe bikin.