ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03-08-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03-08-2026
3 tebax, 2026   02:00

DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxa 2014’an de li Şengalê êrişî civaka Êzidî kir û komkujiyeke tirsnak pêk anî. Di komkujiya Şengalê de bi hezaran jin û zarok hatin revandin û li bazarên kolekirinê hatin firotin. Destdirêjî li sedan jinan kirin, bi hezaran kes hatin qetilkirin an jî ji ser axa xwe koçber bûn. Heta niha jî 3 hezar jin û zarok winda ne.

Bijîşkê Veterîner û Mûdîrê Bijîşkên Veterîner li Qamişloyê Enes Mihemed diyar kir ku sewaldariya li herêmê ji ber rewşa jîngehê û ya hewayê, kêmbûna vaksînan, belavbûna nexweşiyên veyrûsî û yên demsalê, rastî astengiyên tenduristî tê. Ev bandoreke neyînî li xwediyê sewalan wan dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Nivîskar û Lêkolîner Fewaz Osman li Qamişloyê 2 pirtûkên xwe yên nû îmze kir, ji bo ku nasnameya çandî biparêze, di pirtûkan de tecrubeya xwe ya xerîbiya 26 salan belge kir û behsa rêwîtiya jina Kurd seranserî dîrokê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Gerînendetiya Sotemeniyê ya Çilaxa û Nivîsgeha Veguhestinê ji bo danîna makanîzmeyekê nû ya rêxistinkirina xebatên veguhestina giştî xebatê didomînin. Ajokaran jî daxwaz kirin ku bi lez çareserî were danîn. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kongreya Îslama Demokratîk bi boneya salvegera fermana 3‘yê Tebaxa ya li dijî civaka êzidî ya Şengalê daxuyaniyekê li bajarê Qamişloyê dide, saet 10.00‘an. Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava bi heman mijarê civînekê li Mala Êzidiyan a bajarê Tirbespiyê li dar dixe, saet 10.00‘an.  Li staduyma Tirbespiyê jî beşdariya tîmên ji pêkhateyên bajarê Tirbespiyê tûrnûvaya Şehîdên Fermana Şengalê tê lidarxistin, saet 20.00‘an. Kongreya Star jî daxuyaniyekê li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişloyê dide, saet 10.30 an.  (BI WÊNE Û DÎMEN)