Eraqçî: Dan û standinên têkildarî Hurmuzê di qonaxên xwe yên dawîn de ne

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî got, dan û standinên di navbera Îran û Umanê de yên li ser tengava Hurmuzê ketine qonaxên xwe yên dawîn.

Eraqçî: Dan û standinên têkildarî Hurmuzê di qonaxên xwe yên dawîn de ne
2 tebax, 2026   22:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Îranê, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî got dan û standinên di navbera Îran û Umanê de yên li ser tengava Hurmuzê ketine qonaxên xwe yên dawîn. Lê agahiyên zêdetir li ser mijarê neda.

Daxuyaniya Eraqçî piştî ku DYA‘yê biryara êrişan li ser Îranê rawestand da ku derfet li ber dîplomasiyê were vekirin, hate dayîn.

 (bb)