Girzerik… Cihê berxwedan û serbilindiyê

Girzerik, ji du gundên Şengalê ye ku li hemberî DAÎŞ’ê berxwedaniyek bê hempa nîşan daye ye. Birahîm Şêx Kemal ku yek ji şahîdê vê berxwedaniyê ye dibêje “Me heta dawiyê li Girzerik li ber xwe da.”

Girzerik… Cihê berxwedan û serbilindiyê
3 tebax, 2026   08:36
ŞENGAL
CIHAN ZEMO-GULÎSTAN EZÎZ

Civaka êzidî, komkujiya ji aliyê DAÎŞ’ê ku di 3’ê Tebaxa 2014’an hate kirin weke Fermana 74’an bi nav dike. Di vê fermanê de gund û bajarên Şengalê hatin talankirin, bi hezaran kes hatin kuştin, jin û dayikên êzidî hatin revandin, li bazaran hatin firotin. Ev rûyê fermanê ku her kes pê dizanê ye. Ya ku herî kêm tê zanîn berxwedaniya du gundên başûrê Şengalê Girzerik û Sîbayê ye. Beriya fermanê li hemberî êrîşek mûhtemel a DAÎŞ’ê biryara berxwedaniyê didin û bi rojan amadekariya vê dikin. Dema DAÎŞ êrîş jî dike heta mermiyên xweyî dawiyê li ber xwe didin. 

Birahîm Şêx Kemal ji Girzerik a Şengalê ye. Cihê berxwedan û serbilindiyê. Di 3’ê Tebaxa 2014’an de ji ber gundên herî başûrê Şengalê ne, DAÎŞ yekemîn êrîşî gundên Girzerik, Sîba û Tilezêr dikin. Tilezêr di navbera Sîba û Girzerik de ye, ji ber li vir DAÎŞ rastî berxwedaniyekê nabe li vir gelek kes dikeve destê çeteyan û bi awayekî hovane tên qetilkirin bes ji ber berxwedaniya gundê Girzerik û Sîbayê derveyî kesên di mewziyan de şer dikin û şehîd dikevin, kesek li gund û derdora gund nakeve destê DAÎŞ’ê. Beriya DAÎŞ êrişî Şengalê bike, bi rojan gelê Sîba û Girzerik li mewziyên derdora gund de nobedê digirin. Şeva fermanê jî her du gund heta siharê li ber xwe didin û piştî mermiyên wan diqede mecbûr dimînin birevin da ku canê xwe rizgar bikin.

Birahîm Şêx Kemal bi malbata xwe bi rojan di mewziyên gundê Girzerik de li ber xwe dane. Dema ji me re bahsa wan rojan dike, ji aliyekî serbilindiya berxwedaniyê, ji aliyekî jî xemgînî û hêrsa kareseta fermana 74’an jiyan dike.

ME BI HEV RE BÎRYAR DA KU EM NEREVIN, LI BER XWE BIDIN

Di  destpêka axaftina xwe de Birahîm Şêx Kemal bal dikşîne weke civaka êzidî pirsgirêkên wan bi tu kesî re nîne, heta niha êrişî tu kesî nekirine û dibêje: “Em êzidî miletekî belengaz in, em şerê tu kesî naxwazin. Dema beriya DAÎŞ êrîş bike 45 rojan me hemû gund li mewziyên li derdora gund de nobed digirtin da ku em bikaribin parastina zarok û miletê xwe bikin. DAÎŞ beriya 3’ê Tebaxa 2014’an êriş bike 45 rojan gundê me dorpêç kir. Tu sedem tunebû ku êrişî me bikin, ne teyarên me hebû, ne jî bîrên me yên neftê. Lê dema me dît DAÎŞ ewqas nêz bûye, me zanî ku ew ê êrîş bikin. Em hemû xelkê gund me bi hev re bîryar da ku em nerevin, li ber xwe bidin. Bi wî awayî me li van mewziyan de 45 rojan nobed girtin.”

‘LI BERAMBERÎ ÊRÎŞÊN DAÎŞ’Ê ÎRADEYEK XURT A XELKÊ GUND HEBÛ’

 Birahîm Şêx Kemal dibêje wan biryara berxwedanê dane û wiha bahsa roja fermanê dike: “DAÎŞ seat 2’yê şev dest bi êrîşê kir. Ji xwe me biryar dabû ku em li hember van kafiran bisekinin. Armanca wan ew bû ku gund dagir bikin û hemû xelkê gund bikujin. Bes li beramberî wan îradeyeke xurt a xelkê gund hebû, hemûyan heta fîşeka xwe ya dawiyê şer kirin. Kesên nikarî bû şer bike jî li paş mewziyan alîkarî didan ên ku şer dikin. Ji 7 salî heta 70 salî her kes di nav tevgerîneke hevpar de bû. Zarokan ji bo kesên ku  di mewziyan de şer dikin, av dikşand. DAÎŞ’ê dema dît xelk li ber xwe dide, ji der ve alîkarî xwest. Di seat 3’an de hinek êrişên wan sist bûn, heta hêzek mezin bi wan ve hat.”

‘BI DOÇKAYAN ÊRÎŞÎ ME DIKIRIN’

Piştî hêzên taqwiye ji çeteyan re tê, vê carê DAÎŞ hîn dijwar û ji hemû milan ve êrîş dike. Birahîm Şêx Kemal wiha bahsa wan kêliyan dike: “Piştî taqwiye ji wan re hat, derdora gund hemû tije çete bûn, êdî bi doçkayan êrîşî me dikirin. Sîlehê me jî yên ferdî bûn, me bi qileşan şer dikir. Me bi vî awayî heta seat 8’ê siharê li ber xwe da. Dema fîşekên me qediyan em mecbûr man, paş ve bikişin. Heke sîlehên me heba, me yê heta dawiyê şerê xwe bikira û ew ê nikarîbana berxwedaniya me bişkînin. Destpêkê me jin û zarok ji gund derxistin, ji ber me bihîstibû jin û zarokan dibin. Xelkê gundê Rambosî bi seyareyên xwe bi me ve hatin. Pê hev xelkê gund rakirin û ber bi çiyan ve birin. Dema em gihîştin çiyayan me li wir jî bersiv dan êrişî wan da ku seyareyên din xwe bigihîne çiya.”

‘JI BO EM DÎSA GUNDÊ XWE AVA BIKIN EM VEGERIYAN’

Piştî Birahîm Şêx Kemal bi malbata xwe, xwe digîhine çiyayan çarenûsan wan weke hemû êzidiyan dibe. Birahîm Şêx Kemal wiha bahsa serpihatiya xwe ya 12 salan dike: “Destpêkê em çûn çiyayên Qendila Şengalê. Em hemû êzidî di rewşek pir xerab de bûn. Em 8 rojan di çiyayan de man, ne xwarin ne vexwarin hebû. Piştî 8 rojan em ji korîdora mirovî ku hevalan vekirîbûn, derbasî Rojavayê Kurdîstanê bûn. Ji vir jî em çûn Başûra Kurdîstanê. Li kampên vir de em 10 salan man. Piştî 10 salan ji bo em gundê xwe ava bikin, em vegeriyan gundê xwe. Gelek kes dixwazin vegerin cih û warên xwe bes derfetên wan nîne. Girzerik hemû hatiye rûxandin, xelk vegere jî ne mal heye têkevin, ne jî derfet heye ji xwe re mal ava bikin. Dewlet ji bo malên ku hatiye rûxandin tesbît bike lijneyek diyar kiriye bes ev lijne malê gundiyan bi xwe çênakin, malan ji bo kesên ne li vir in çêdikin. Heta niha tu kes alîkariya me nekiriye. Ji xwe ji ber Girzerik li hemberî DAÎŞ’ê li ber da, nêzîkatiya Hikumeta Iraqê ji me re pir cuda ye. Pêwîste bê ferq û cudahî malên rûxiyaye bên çêkirin. Heke wisa bikin kesek li kampan namînin, wê hemû vegerin.”