ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03-02-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03-02-2026
3 sibat, 2026   02:00

Şêniyên Hesekê bal kişand ser girîngiya berdewamiya derketina kolanan û domandina seferbereya giştî ji bo misogerkirina mafên gelê Kurd di destûrê de. BI WÊNE Û DÎMEN

Jinên ji Qamişloyê diyar kir ku berxwedana jinan ji bo dijmin peyamek xurt e û dê ji bo parastina xaka xwe her di nava seferberiyê de bin. BI WÊNE Û DÎMEN

Derman li Nexweşxaneya Gel a Hesekê kêm bûne û ji ber vê yekê nexweşên talasemya û gurçikan nikarin tedawî bibin. BI WÊNE Û DÎMEN

Hevserokê rêxistina PYD’ê ya Hesekê Ferhan Dawûd lihevkirina di navbera QSD û hikumeta demkî de wek gaveke ber bi avakirina pêvajoya siyasî ya giştî ya li Sûriyeyê ve nirxand û got “Divê têkoşîn û seferberî dewam bikin ta armancên tên xwestin bigihêjin serî.” BI WÊNE Û DÎMEN