Sererastkirina agahiyên têkildarî 3 şervanên YPJˊê

3 şervanên YPJˊê ku şehadeta wan di demên cuda de îsal hatibû ragihandin, îro di çarçoveya pevguhertina dîlgirtiyan de di navbera QSDˊê û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de hatin berdan.

Sererastkirina agahiyên têkildarî 3 şervanên YPJˊê
1 hezîran, 2026   23:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya xebata pevguhertina dîlgirtiyan de, îro 28 şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ên di girtîgehên hikumeta demkî de hatin berdan. Di nava van şervanan de 3 şervan di demeke berê ya îsal de şehadeta wan hatibû ragihandin.

Navên şervanan wiha ne: Hêzil Arjîn (Şêrîn Izedîn), Awaz Çiya (Melek Ebdulqadir Bozan) û Solîn Rojhilat (Kajîn Seîd Ezîz).

Fermandariya Giştî ya YPJˊê berê şehadeta 3 şervanan ragihandibû û merasîmên oxirkirinê ji bo wan li bajarên Qamişlo, Dêrik û Kobanê hatibûn lidarxistin.

(fr)

ANHA