ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02-03-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02-03-2026
2 adar, 2026   02:00

Jinan diyar kir ku jin dê bi felsefeya "Jin Jiyan Azadî" mafên xwe biparêzin û heya demokrasî, edalet û azadî pêk neyê dev ji têkoşîna xwe bernadin.

Şêniyên bajarê Dirbêsiyê bal kişand girîngiya bicihanîna bendên peymana 29'ê Çileyê û hişyarî ji xeteriya şaneyan û destwerdana derve da. Şêniyan got heta mafên xwe misoger dikin ew seferber in.

Şêniyên bajarê Hesekê diyar kir ku divê yekitiya neteweyî ya kurdî wekî vebijêrkeke stratejîk li hemberî pirsgirêkên li tevahiya Kurdistanê were pêşxistin.

Bi diruşma "Jin, Jiyan, Azadî, em ê destkeftiyên Şoreşa Jinê biparêzin" Tevgera Çand û Hunerê ya Hîlala Zêrîn konsertekê ji bo piştgiriya YPJˊê li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişloyê li dar dixe, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê cenazeyê endamê TEV-DEMˊê şehîd Celal Silêman Semîle li Pakrewangeha Şehîdên bajêr defin dike, 12.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Di çarçoveya çalakiyên Roja Jinan a cîhanê Kongra Star li bajarên Hesekê, Til Temir û Dirbêsiyê tev li seferberiya giştî dibe, 13.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN