Malikî gefa tolhildanê xwar

Serokê Hevpeymana Dewlet Yasa Nûrî Malikî gefa tolhildanê ya ji ber kuştina Lîdarê Olî yê Îranê Elî Xamineyî xwar û êriş weke sûceke siyasî binav kir û got: “Benda bersivek bin ku textê we wê bihejîne.”

Malikî gefa tolhildanê xwar
1 adar, 2026   22:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Malikî têkildarî kuştina Lîderê Olî yê Îranê Elî Xamineyî peyamek da û got: “Armanckirina Serokê Mezin ji derveyî sûcekî siyasî, dijminahiyeke eşkere ya li ser Îslamê û sembolên wê ne.”

Nûrî Malikî destnîşan kir ku divê sûcdarên berpirsiyariya vê sûcê siyasî û exlaqî li ser stûyê xwe bigirin û got: “Helwest û aciziya girseyî wisa zû bi zû aram nabe.”

Herî dawî Nûrî Malikî gefa tolhilînê da û got: “Alîgirên me wisa rê nadin ev sûcê dijmirovî bê bersiv bimîne. Bersiveke wisa em ê bidin textê zaliman biheje.”