Trump: 9 keştî û navendên hêza deryayî yên Îranê hatin wêrankirin

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku 9 keştî û baregehên hêza deryayî yên Îranê hatin wêrankirin.

Trump: 9 keştî û navendên hêza deryayî yên Îranê hatin wêrankirin
1 adar, 2026   23:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) 9 keştîyên leşkerî yên Îranê binav kirine û baregehên wan hêza deryayî jî hatine wêrankirin.

Trump di posteke li ser Truth Social de got, "Ez nû hatim agahdarkirin ku me 9 keştiyên Hêza Deryayî ya Îranê wêran kirine, hin ji wan pir mezin û girîng in. Em ê yên din bişopînin, yên din jî wê di demek nêzîk de binav bibin!"

Trump diyar kir ku di êrişeke din jî bi piranî baregehên hêza deryayî ya Îranê wêran kirine.

(ac/fr)

ANHA