ROEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29 – 11 - 2024

ROEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29 – 11 - 2024
29 mijdar, 2024   02:00

Sekreterê Partiya Roj a Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê Kovan Keno diyar kir ku wan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocana daxwazname ji NY û hin rêxistinên hiqûqî re şandine. BI WÊNE Û DÎMEN

Têkoşer Şîlan Kobanê mîraseke ku heta roja îro zindî ye, di dilê her kesî de hişt. Gotinên wê yên li ser Rêber Abdullah Ocalan û şoreşê heta niha li ser zimanê şopdarên rêya wê tên qalkirin. BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên bajarê Çilaxa hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re şermezar kir û got: “Çîrokên xiyanetê ya PDK’ê bi dawî nabin.” BI WÊNE Û DÎMEN

Li Dêrikê 24 hezar û 590 donim û li Çilaxa jî hezar û 480 donim erd ji bo kooperatîfan haine veqetandiye da ku şênî sûdê jê bigirin. Heta niha nêzî 300 malbat ji bo beşdarî kooperatîfan bibin navên xwe tomar kirine. BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên bajarên Til Temir, Hol û Şedadê yên kantona Cizîrê destnîşan kir ku damezirandina PKK’ê ji bo gelên bindest vejandina jiyaneke birûmet û azad bû. Şêniyan diyar kir ku PKK’ê roleke girîng di xurtkirina nirxên neteweya demokratîk û biratiya gelan de lîst û modela demokratîk a aştî û aramiyê pêşkêş dike. BI WÊNE Û DÎMEN

Şîrovekarê siyasî yê Sûriyeyî Mihemed Îsa destnîşan kir ku li pişt êrişên çeteyan ên li dijî gundewarê Helebê armancên dewleta Tirk a dagirker hene. Nexasim ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze pêvajoya nêzîkbûna ji hikumeta Şamê bi awayekî bi lez were pêkanîn û dixwaze çavnebariya xwe ya kevin a dagirkirina Helebê pêk bîne. BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên bajarê Kobanê endama Komîteya Navendî ya PYD’ê Şîlan Kobanê (Meysa Baqî) û hevrêyên wê Zekeriya Îbrahîm, Hîkmet Tokmak, Nebo Elî û Hecî Cuma Elî yên ku di 29’ê Mijdara 2004’an de şehîd bûne, bi bîr tînin (12:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Tevgera Hîlala Zêrîn Peymangeha Bilind a Huneran li bajarê Hesekê vedike (13:00). BI WÊNE Û DÎMEN