Li Tebqayê bazirganekî hişbirê hat girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li bajarê Tebqayê bazirganekî hişbirê girt.

Li Tebqayê bazirganekî hişbirê hat girtin
28 mijdar, 2024   23:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku hêzan bi kemînekê bazirganekî hişbirê li bajarê Tebqayê girt.

Navendê diyar kir ku hêzan 30.63 gram mîsa krîstal, 4.15 gram heşîş, 40 heb kaptagon, nîv heb zolam, amûrên bikaranîna hişbirê, pîvereke eletronîk bi bazirgan re dîtin û desteser kirin.

Li gorî navendê, piştî lêpirsînên destpêkê, bazirgan tevî tiştên hatine desteserkirin ji dozgeriyê re hate rakirin ku cezayê xwe wergire.

 (mh)

ANHA