Şamê hêzeke mezin sewqî gundewarê Heleb û Idlibê kir

Hêzên hikumeta Şamê, ji bo bersivdana êrişên çeteyên "Heyet Tehrîr El Şam" hêzeke mezin sewqî gundewarê Heleb û Idlibê kir.

Şamê hêzeke mezin sewqî gundewarê Heleb û Idlibê kir
28 mijdar, 2024   23:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku firqeya 4ˋan, Firqeya 25ˋan a erkên taybet û Firqeya 11ˋan ku di hêzên hikumeta Şamê de pêkhatên şerker in, hêzeke mezin ber bi gundewarê Heleb û Idlibê ve sewq kirin. 

Girêdayî mijarê, ji ber tirsa êrişa çeteyan û topbaranan, malbatên li gundewarê Helebê, taxên rojava, Nibul û Zehra koçber bûn.

(fr)