Riyad hişyarî da: Rewşa aloz li herêmê xetere ye

Li gel êrişên hûsiyan û darbeyên Amerîkayê li dijî komê, Siûdiye metirsî û fikarên xwe li hember zêdebûna aloziyê li herêmê anî ziman.

Riyad hişyarî da: Rewşa aloz li herêmê xetere ye
21 ÇILE, 2024   09:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê Siûdiye Feysel Bin Ferhan got li gel êrişên Ansarullah (Hûsî) û hedefgirtina Amerîka baregeh û navendên hûsiyan li Yemenê Siûdiye ji rewşa li Deryaya Sor bi fikar e ku rewş ji bin kontrolê derkeve û alozî zêdetir bibe.

Bi Ferhan di hevdîtinekê li gel kanala CNN a Amerîkayê de got: "Helbet em gelek bi fikar in. Dixwazim bêjim mîna hûn dizanin, em di demeke pir dijwar û xeternak re der derbas dibin. Ji ber wê em bang li rawestandina gûrkirina aloziyê dikin."

Her wiha Bin Ferhan diyar kir ku Siûdiye bi azadiya navîgasyonê bawer dike û dixwaze rewşa aloz a li herêmê aram bibe.

Bi Ferhan wiha domand: "Helbet baweriya me bi azadiya navîgasyonê heye. Divê were parastin. Lê di heman demê de pêwîstiya me bi parastina ewlehiya herêmê heye. Ji ber wê, em girîngiyeke mezin didin aramkirina herêmê."

(şx)