Rêzimana Kurmancî hat danasandin

Pirtûka Rêzimana Kurmancî ku ji aliyê SZK`ê  ve hatiye amadekirin, hat danasandin.

Rêzimana Kurmancî hat danasandin
Rêzimana Kurmancî hat danasandin
Rêzimana Kurmancî hat danasandin
Rêzimana Kurmancî hat danasandin
Rêzimana Kurmancî hat danasandin
Rêzimana Kurmancî hat danasandin
Rêzimana Kurmancî hat danasandin
Rêzimana Kurmancî hat danasandin
Rêzimana Kurmancî hat danasandin
25 cotmeh, 2023   14:23
QAMIŞLO

Merasîmê danasandinê li navenda Saziya Zimanê Kurdî (SZK) a li bajarê Qamişlo, bi amadebûna rewşenbîr, nivîskar, rojnamevan, mamosteyên zimanê Kurdî û rêveberên dibistanan pêk hat.

Hevseroka SZK`ê û yek ji amadekarên pirtûka Rêzimana Kurmancî Viyan Hesen di merasîmê de axivî û diyar kir ku li Rojavayê Kurdistanê bi dehan sazî û dezgehên bi ziman re eleqedar dibin hatine avakirin, lewma pêdiviya wan bi standarteke yekgirtî heye.

Viyan Hesen destnîşan kir ku wan weke SZK’ê xebata çêkirina standartekê wekî erka xwe dîtiye û xwestiye bi vê pirtûkê zimanê Kurdî di qonaxeke din a vejandinê re derbas bikin.

Viyanê li ser amadekirina pirtûkê jî ev agahî parve kirin: “Me di heyama 3 salan de amade kir, girîngiya xebatên SZK`ê jî di yek kirina zimanê Kurdî de ye. Bi vî awayî me xwest yekrêziya zimanê nivîsê jî çêbikin.”

Viyan Hesen da zanîn ku ew ê ji bo pêkanîna erka xwe di demên pêş de berhemên din derxînin.

Amadekarê din ê pirtûkê Ferhad Mûsa jî naveroka pirtûkê vegot û ev agahî dan: “Pirtûk ji beşên dengnasî, morfolojî (peyvsazî), ristesazî (hevoksazî), watenasî, rastnivîsîn û xalbendî pêk tê. Me xwest bikaranîna rast a têgehan, ristesazî, rastnivîsê destnîşan bikin.

Piştî danasînê, pirtûka Rêzimana Kurmancî ji bo xwîneran hat îmzekirin.

(sb/a)

ANHA