Deriyê El Mesne yê di navbera Sûriye û Lubnanê de hat vekirin

Deriyê El Mesne yê li ser sînorê Lubnan-Sûriyeyê ji aliyê Lubnanê ve ji nû ve hat vekirin.

Deriyê El Mesne yê di navbera Sûriye û Lubnanê de hat vekirin
8 nîsan, 2026   23:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) daxuyand ku deriyê bejahî yê El Mesne îro êvarê ji aliyê Lubnanê ve ji nû ve hate vekirin. Derî ji şeva şemiyê heta sibeha yekşemê hatibû girtin. Aliyê Sûriyeyê jî dem xwestibû ku amadekariyên pîşeyî û îdarî bike heta ji vekirinê re hazir be.

Derî ji ber rageşiya leşkerî li herêmê û gefa Îsraîlê ya êrişkirina derî ku Hizbullah ji bo armancên xwe yên leşkerî bi kar tîne, hatibû girtin.

Deriyê El Mesne ji deriyên bejahî yên herî girîng di navbera Lubnan û Sûriyeyê de ye, tevgera çûn û hatina rêwiyan û kamyonan lê zêde ye. Girtina wê yan jî jinûve vekirina wê bandorên rasterast li tevgera veguhastinê ya her du aliyan dike.

(fr)