Rojnameyên Erebî: Erebistana Siûdî dixwaze li Iraqê hevsengiyê bi Îranê re çêke

Rojnameyên erebî vê sibê di weşanên xwe de cih da têkiliyên Erebistana Siûdî-Iraqê, geşedanên li Lubnanê û sinifandina Hûsiyan wek "komeke terorîst".

Rojnameyên Erebî: Erebistana Siûdî dixwaze li Iraqê hevsengiyê bi Îranê re çêke
16 sibat, 2024   10:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb têkildarî serdana wezîrê enerjiyê yê Erebistana Siûdî ji bo Iraqê nûçeyek bi sernavê "Siûdî amadebûna Iraqê ji bo hevsengiyê bi Îranê re çêke û ji barê Rûsyayê rizgar bibe, test dike" weşand. 

Rojnameyê diyar kir ku Siûdî hewl dide bi Iraqê re hevkariyê bike, bi şêwazekê ku hevsengiyê bi Îranê re çêke, di heman demê de bibe alternatîf ku Riyad pê bikare ji barê Rûsyayê di Opec+ de xilas bike.

‘REWŞA METIRSÎDAR LI LUBNANÊ’

Rojnameya Şerq El Ewsat têkildarî kuştina fermandarekî leşkerî yê Hizbullaha Lubnanê ji aliyê Îsraîlê ve li bajarê Nebetiye, nûçeyek parve kir.

Di nûçeyê de rojnameyê diyar kir ku ev bûyer çêbûna guhertineke metirsîdar di şerê heyî de nîşan dide, nemaze di encamê de 7 sivîl ji malbatekê ku li rex mala berpirsê Hizbullaha Lubnanê hatine kuştin. Artêşa Îsraîlê jî balafirên xwe bi bombeyên giran ku dikarin armancên dûr bikin hedef, amade kirin.

SINIFANDINA HÛSIYAN WEK KOMEKE TERORÎST DÊ ÇI BANDORÊ LI WAN BIKE?

Tora El Hura jî cih da sinifandina Hûsiyan wek "komeke terorîst" ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ve û diyar kir ku Washington bi vê yekê dixwaze "fînansekirina êrişên terorîst" rawestîne, ji ber ku ev koma girêdayî Îranê tevgera bazirganiya deryayî li Deryaya Sor asteng kir.

Li gorî torê, di sinifandinê de cezayên "pêşkêşkirina piştgiriya madî", "qedexekirina rêwîtiyê" tune ne, yanî ev sinifandin bandorê li xebatên pêşkêşkirina alîkariyan ji yemeniyan re nake.

Torê cih da şîroveya analîzvanê Mihemed El Başa ku bandora yekser a van cezayan li ser Hûsiyan kêm kir û diyar kir ku tenê dê bandor li saziyên ku bi dolaran dan û standinê dikin wekî bankan, desteya balafirvaniyê, şîrketên telefonan û yên petrol û gazê bike.

(fr)