115 roj e desthilata PDK`ê çarenûsa rojnameya Silêman Ehmed aşkera nake

Ruxmî hewldanên ajansa Roj News`ê û malbata wî ji bo ku agahiyên li cihê Silêman Ehmed bi dest bixe û tevî ku Rêveberiya Xweser kete navberê û banga serbestberdana wî kir lê ev 115 roj e PDK`ê, çarenûsa Silêman aşkera nake.

115 roj e desthilata PDK`ê çarenûsa rojnameya Silêman Ehmed aşkera nake
16 sibat, 2024   09:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Desthilata Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Başûrê Kurdistanê ev 115 roj e çarenûsa rojnamevan Ehmed Silêman aşkera nake. Ruxmî bangewaziyên navend û desteyên ragihandinê lê heta niha tu agahî der barê wî de nehatin bidestxistin.

Beriya vê jî, parêzera rojnamevan Silêman Ehmed Narîman Ehmed ji ajansa me re axivîbû û gotibû ku asayîşa Dihokê nehiştin parêzer miwekîlê xwe bibînin û dosyaya wî li cem cîhazê îstixbarata partiyê ye ku ji derdora 4 mehan revandiye.

Narîman destnîşan kir ku tawanên li dijî Ehmed ne rast in û bingeha wê nîn e, ji ber ku Ehmed bi awayekî fermi derbasî Rojava bûye û bi awayekî fermi jî vegeriya Başûrê Kurdistanê, belgeya nîşticihbûnê yê fermî yê wî heye û tu pirsgirêkên wî yên qanûnî tune ne.

Lê heta niha parêzer Ehmed nedîne.

Roj New`ê 25`ê Çileya 2024`an civîneke çapemeniyê li navenda Metro ya li Silêmaniyê li dar xist û got: "Hewldanên PDK`ê nîşaneyeke xetere ye. Ehmed pênûsa xwe nefirot ji ber wê di girtîgehê de ye. PDK`ê û desthilata Herêma Başûrê berpirsên tenduristiya Ehmed in.

Her wiha Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 29`ê Çileya 2024`an bang li desthilata PDK`ê kir ku demildest ji malbata Silêman re aşkera bike cihê Ehmed li ku ye û wî serbest berde.

Rojnameya Silêman Ehmed edîtorê beşa erebî yê Roj Newsê ye. 1`ê Cotmeha 2023`yan piştî wefata bavê xwe, çû Helebê.

Di rêya vegerê de li deriyê Pêş Xabûr ji aliyê desthilata PDK`ê ve hate revandin û ji 115 rojan ve agahî jê nayê girtin.

(şx)