Mamosteyan biryara dewleta Tirk a li dijî Rêber Ocalan şermezar kir

Mamosteyan li Minbicê biryara dawîn a desthilata Tirk a li dijî Rêber Abdullah Ocalan ku hevdîtinan heta 3 mehan lê qedexe dike, şermezar dike.

Mamosteyan biryara dewleta Tirk a li dijî Rêber Ocalan şermezar kir
7 gulan, 2024   15:24
MINBIC

Dewleta Tirk a dagirker bi hinceta "cezayên dîsîplînê" hevdîtina bi malbat û parêzeran heta 3 mehan li Rêber Abdullah Ocalan qedexe kir. Mamosteyan li kantona Minbicê çalakiyek li dar xist û nerazîbûna xwe li hember vê biryarê nîşan da.

Di çalakiyê de endamên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Minbicê amade bûn. Gerînendeyê dibistanan ê kantonê Nûrî El Hesen bi navê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Minbicê daxuyaniyek xwend.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku desthilata Tirk, mafên ji aliyê saziyên navneteweyî ve hatine mîsogerkirin, binpê dike.

Her wiha di daxuyaniyê de biryara dawîn a desthilata Tirk û bêdengiya rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî wek binpêkirina qanûn û pîvanên navneteweyî û tedbîrên dûrî mirovahiyê û mafên mirovan, hate navandin.

Di daxuyaniyê de mamosteyan bang kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were û bêdengiya CPT`yê hate şermezarkirin.

(şx)

ANHA