Pûtîn cara 5’emîn bû serokê Rûsyayê

Vladimîr Pûtîn li Qesra Kremlînê sond xwar û cara 5’emîn bû serokê Federasyona Rûsyayê.

Pûtîn cara 5’emîn bû serokê Rûsyayê
7 gulan, 2024   15:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Vladimîr Pûtîn di merasîma li Qesra Kremlînê de sond xwar û cara 5’emîn bi fermî erka serokatiya Federasyona Rûsyayê wergirt. 

Di hilbijartinên serokatiyê yên Rûsyayê de ku meha Adarê li dar ketibûn, Pûtîn ji sedî 87’ê dengan bi dest xistibû.

Pûtîn dê heta 6 salên din serokatiyê bike.