Rêveberiya Xweser dê genim û pembo ji cotkaran bikire
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku dê genim û pembo ji cotkaran bikire.
Li gorî agahiyên ku Hevserokê Desteya Çandinî û Avdanê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ehmed Yûnis dane ajansa me, Rêveberiya Xweser biryar daye ku îsal genim û pembo ji cotkaran bikire.
Ehmed Yûnis anî ziman ku biryara kirîna tevahî hilbirînên genim û pembo ji cotkaran piştî gelek civînan hate dayîn û got: "Armanca vê biryarê parastina depoya stratejîk a genim û pembo ye."
Rêveberiya Xweser heta niha buhayên genim û pembo diyar nekiriye.
Rêveberiya Xweser par derdora mîlyonek û 300 hezar ton genim wergirtibû. Buhayê kîloyekê 43 sentên Amerîkî bû.
(bb)
ANHA