Komîseriyê ji rêxistinên navneteweyî û xwecih xwest hilbijartinan bişopînin

Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji rêxistinên navneteweyî û xwecih  xwest hilbijartinên şaredariyan bişopînin.

Komîseriyê ji rêxistinên navneteweyî û xwecih xwest hilbijartinan bişopînin
14 nîsan 2024   13:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevseroka Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rûken Mele Îbrahîm diyar kir ku wê 30’ê Gulana 2024’an navendên dengdanê ji bo hilbijartinên şaredariyan vebin.

Rûken Mele Îbrahîm da zanîn ku komîseriyê pêşwaziya welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  dike ku da ku nûnerên xwe yên di şaredariyên herêmê de hilbijêrin.

Piştî ku yasya qanûna hilbijartina şaredariyan û yekitiya şaredariyên demokratîk hat derxistin, Komîseriya Bilind a Hilbijartinan bi meclisên demokratîk ên gelan re koordîneyê dike da ku komîseriyên hilbijartinan ên kantonan werin çêkirin û daxwazên namzetan bên pêşwazîkirin.

Rûken Mele Îbrahîm da zanîn ku dê hin şaredarî werin avakirin û hinek werin yekkirin û got: " Komîseriya Bilind a Hilbijartinan dê pêşwaziya nûnerên tevahî tevger û partiyên siyasî yên dixwazin beşdarî hilbijartinên Şaredariyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibin dike, bi şert ku şertên namzetiyê pêk bînin."

Hevseroka Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji rêxistinên navneteweyî û xwecih  xwest hilbijartinên şaredariyan bişopînin.

(bb)