Xelkê Minbicê sersaxî da malbata şehîd Hisên El Îbrahîm

Xelkê kantona Minbicê sersaxî ji malbata şehîd Hisên El Îbrahîm re xwest.

Xelkê Minbicê sersaxî da malbata şehîd Hisên El Îbrahîm
Xelkê Minbicê sersaxî da malbata şehîd Hisên El Îbrahîm
Xelkê Minbicê sersaxî da malbata şehîd Hisên El Îbrahîm
Xelkê Minbicê sersaxî da malbata şehîd Hisên El Îbrahîm
Xelkê Minbicê sersaxî da malbata şehîd Hisên El Îbrahîm
Xelkê Minbicê sersaxî da malbata şehîd Hisên El Îbrahîm
Xelkê Minbicê sersaxî da malbata şehîd Hisên El Îbrahîm
14 nîsan, 2024   14:31
MINBIC

Şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Hisên El Îbrahîm 10’ê Nîsanê dema  li ser erka xwe şehîd bû. Cenazeyê şehîd Hisên El Îbrahîm duh bi merasîmeke girseyî li Pakrewangeha Şehîdan a Minbicê veşartin û îro merasîmê sersaxiyê hat lidarxistin.

 Şêniyên kantona Minbicê berî dan konê sersaxiyê  yê şehîd Hisên El Îbrahîm ku li navenda bajarê Minbicê hat vedan. Di bin kon de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Elaa Cuma El Elî axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest. Elî rola şehîdan di parastina ewlehiya herêmê dee vegot û soza şopandina xeta wan da.

Endamê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Elaa El Ehmed jî anî ziman ku şehadet ji her tiştî mezintir û bilindtir e û wiha domand: "Şehîd di rêya parastina rûmeta welat ji êrişkar û dagirkeran de canê xwe didin. Em soz didin şehîdan û malbatên wan ku em ê şopdarên rêya wan bin heta ku hêviyên wan pêk bînin.

Merasîm bi dirûşma "Bi can, bi xwîn em bi te re ey şehîd" bi dawî bû.

(bb)

ANHA