Rêjeya nexweşiyên zarokan di encama dorpêçê de zêde bû

Di encama doprêça li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye de, sotemenî li her du taxan kêm bû û ew jî bandor li kar û xebatên saziyên her du taxan kir. Di nav de nexweşxaneya Xalid Fecir ku ji ber nebûna mazotê, germahî lê tune ye û malbatên nexweşan li ser jiyana nexweşên xwe bi fikar in.

Rêjeya nexweşiyên zarokan di encama dorpêçê de zêde bû
Rêjeya nexweşiyên zarokan di encama dorpêçê de zêde bû
Rêjeya nexweşiyên zarokan di encama dorpêçê de zêde bû
Rêjeya nexweşiyên zarokan di encama dorpêçê de zêde bû
Rêjeya nexweşiyên zarokan di encama dorpêçê de zêde bû
Rêjeya nexweşiyên zarokan di encama dorpêçê de zêde bû
Rêjeya nexweşiyên zarokan di encama dorpêçê de zêde bû
Rêjeya nexweşiyên zarokan di encama dorpêçê de zêde bû
Rêjeya nexweşiyên zarokan di encama dorpêçê de zêde bû
26 kanûn, 2023   05:53
HELEB
NISRÎN ŞÊXO

Tunebûna sotemenî, kehrebe û rêbazên din ên germkirinê hemwextî dorpêça hikumeta Şamê, sermaya zivistanê li zarokên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dijwartir dike. Malbat ji bo germkirinê serî li rêbazên cuda didin ku xwe li ber bermahiyên caw û cil û bergan germ dikin. Lê xetereya wan ji sermayê ne kêmtir e.

Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir, li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yekane ye. Di zivistanê de hejmara nexweşan zêde dibe bi taybet zarok.

Di zivistanê rêjeya nexweşbûna zarokan zêde dibe. Lê ji ber rêbazên pêşîn ên germkirinê, piraniya zarokan bi bronîşt dikevin.

Di zivistanê de herî zêde, serma, grip, bronîşt, êşa qirikê û grîpa mîdeyê di nav zarokan de belav dibin.

Rêvebera Beşa Zarokan a Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir, Fereh Xerbûtlî ji ajansa me re wiha axivî: “Ji ber nebûna rêbazên germkirinê, şênî ji bo ku xwe germ bikin serî li rê û rêbazên cuda didin ku zirarê li jiyana wan dike. Li şûna mazotê, paçik bi kar tînin û xwe li ber germ dikin. Lê bi şewitandina bermahiyên caw re, bêhin bi zirar derdikevin ku bi bêhinkirina wê re nexweşî çêdibin."

Fereh destnîşan kir ku di encama xwegermkirinê bi rê û rêbazên cuda û bêhinkirina gazên ji ber şewitîna wan madeyan derdikevin, li ser jiyana zarokan, her kesî û heta hawîrdorê metirsiyên mezin in.

Fereh diyar kir ku pêwîst e êşên welatiyan bi dawî bibin û got: "Rast e germahiyên didin lê jehr e. bêhnkirina domana ji ber şewitîna naylon, karton û bermahiyên caw derdikeve, bêhnkirina wê heta demeke dirêj ji aliyê zarokan ve, ne baş e û zirarê li tenduristiya zarokan dike. Ne alternatîfê mazotê ye lê mixabin şênî li hember dorpêçê bê çare ne."

Welatiya bi navê Şêrîn Mihemed a li taxa Şêxmeqsûd dimîne, keça xwe ya 11 salî ji ber nebûna mazotê û sermaya zêde, nexweş e û li nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir derman dike.

Şêrîn got tu alternatîfê mazotê nine, xwe bi betaniyê dipêçin ji bo ku xwe germ bikin.

Şêrîn wiha domand: "Gunehê van zarokan çi ye, em tiştekî din naxwazin. Rewşa keça min ji zarokên li taxê ne cuda ye. Malbat neçar dibin xwe li ber bermahiyên caw germ bikin. Ew ji zarokan re zirar e."

Dorpêça ji dema dagirkirina Efrînê di 2018`an de,  berdewam e her sal di zivistanê de girantir dibe. Sala borî di encama dorpêçê de, zarokê bi Wîsam Seydo (4) û pitika 17 rojî Hisên Kîbar jiyana xwe ji dest dan.

(mh/şx)

ANHA