RAJIN: Hevrê Gulistan Tara di riya ragihandina Kurdê azad de şehîd bû

RAJIN’ê êrîşa dewleta Tirk a li Silêmaniyê li dijî rojnamevanan hatî kirin, şermezar kir û got: “Hevrêyên me di riya ragihandina azad de şehîd bûn.”

RAJIN: Hevrê Gulistan Tara di riya ragihandina Kurdê azad de şehîd bû
23 tebax, 2024   15:29
NAVENDA NÛÇEYAN 

Koordînasyona RAJIN’ê bi daxuyaniyekê êrîşên Dewleta Tirk a dagirker ya îro li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê a li ser wesayîta Şîrketa Medya ya Çetir kir û du rojnamevan hatin qetilkirin û 6 rojnamevan jî birîndar bûn şermezar kir.

Daxuyaniya RAJIN’ê bi vî rengî ye:

“Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê yên li dijî kurdê azad di rastiya ragihandina  azad de îro jî dewam dikin. Hevreyên me Gulîstan Tara û Hîro Behdînan jî bûn hedefa êrîşên. Hevrê Gulîstan Tara ji sala 2000’an ve weke kedkara çapemeniya azad li gelek qadan têkoşîn da meşandin. Ji sala 2018’an ve jî li başûrê kurdistanê xebatên xwe domand. Li başûrê kurdistanê her kêliyeke xwe ji bo ku rewşa jinên kurd li başûrê kurdistanê, rastiya êrîşên dewleta tirk ya li ser gelê kurd û tevgerên işkalê yên ku ji aliyê dewleta tirk ve têne pêşxistin, rastiya îxanet û gemariya nûkeriya ku di şexsê PDK de tê jiyan kirin bi hemû kar û xebatên xwe ve hewil da ku vêna ji raya giştî re eşkere bike. Hêro Behadîn jî weke rojnamevaneke ciwan di ragihandinê de xebat dida meşandin. Ev her dû hevalên me îro bûn hedefa êrîşên dewleta tirk û şehîd bûn. Ev buyer me pir xemgîn kir û em di destpêkê de sersaxî ji bo malbatên wan, hevalên wan yê rojnemvanên ragihandina azad û gelê kurd dixwazin.

Têkoşîna azadiya jinê di qonaxeke girîng re derbas dibe. Li aliyê din pergala kapîtalîst û serdestiya mêr bi tundî êrîşî jinan dike. Erka çapemeniya azad a jinê ye ku li dijî van êrîşan têbikoşin û zîhniyeta dewleta mêr derxîne holê.  Gelek hevalên me yê rojnamevanên jin di demên herî dijwar de bi têkoşîna azadiyê bersiv dan êrîşên qirkirinê, îro jî divê em vê erk û berpirsyariyê bi cih bînin. Rêheval Guîstan Tara û hemû şehîdên çapemeniya azad ji bo ev têkoşîn bidome û bigihêje serkeftinê dest ji lêgerîna heqîqetê bernedan. Em weke çapemeniya azad a jinan îro li ser şopa wan vê têkoşînê dimeşînin.

Hevala me Gulîstan Tara ne tenê rojnamevan bû, di heman demê de ew di rastiya rojnamegeriya azad de  xwedî sekneke şoreşger bû jî. Rojnamevanên ku bi berjewendiyê gelê xwe difikire û di oxira heqîqeta azadiya gelê xwe de rojnamegeriyê dike elbette di heman demê de dibe şoreşger jî. Weke çapemeniya azad em ê jî weke hevreyên xwe yê ragihandina azad li dijî hevkarî û xiyaneta PDK’ê derkevin.  Em weke çapemeniya azad a jinan weke Gulîstan Tara, Nûjiyan Erhan, Denîz Firat û gelek hevreyên me yê ku di vê oxurê de şehîd bûne li hemberî vê bê rûmetiyê  bêdeng namînin û emê tekoşîna xwe bidomînin.

Li ser vê bingehê em ê têkoşîna Gulîstan û hemû şehîdên çapemeniya azad bikin bingehê xebat û têkoşîna jiyana azad û wekhev. Têkoşîna wan wê ji bo me bibe ronahiya hêz, bawerî û heqîqetê. Di têkoşîna çapemeniya azad de wê ti carî ji êrîş, zext, girtin û hewldanên bêdengkirina wê venegere. Em vê helwestê ji têkoşîna Gulîstan fêr bûne û em ê vê helwestê bidomînin. Bi hêvî û baweriya wê têkoşîna azadiyê ya jinê bi felsefeya 'Jin, jiyan, azadî' wê bi ser bikeve û em ê têkoşîna heqîqetê ji her demê zêdetir bilind bikin.

Bi vê baweriyê em ê bîranîna Gulîstan Tara û hemû şehîdên çapemeniya azad zindî bihêlin. Em careke din rêheval Gulîstan Tara bi bîr tînin û soza xwe ya ji bo şehîdan dubare dikin.”