Êrişa li ser rojnamevanan hat şermezarkirin: Sedema êrişan bêdengiya hikumetê ye

Serokê Sendîkaya Rojnamevanên Herêma Kurdistanê yê şaxa Silêmaniyê Karwan Enwer  êrişa li ser rojnamevanan şermezar kir û got dê vê dosyayê bigihînin civaka navneteweyî. Rêveberê Navenda Metro Rehman Xerîb jî anî ziman ku bêdengiya hikumetê sedema berdewambûna êrişan e.

Êrişa li ser rojnamevanan hat şermezarkirin: Sedema êrişan bêdengiya hikumetê ye
23 tebax 2024   15:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker îro li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê, wesayîteke rojnamevanan bombebaran kir. Di encama êrişê de rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn şehîd bûn. Rojnamevan Rêbîn Bekir (30) jî birîndar bû.

Serokê Sendîkaya Rojnamevanên Herêma Kurdistanê yê şaxa Silêmaniyê Karwan Enwer der barê êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser rojnamevanan de daxuyaniyek da.

Karwan Enwer êrişa li ser rojnamevanan bi tundî şermezar kir û got: "Li gorî yasayên navnetewî divê rojnamevan ji hemû qeyranan dûr werin xistin, ger di nav şer de jî bin, nabe rojnamevan bên hedefgirtin. Em ê bûyera îro bigihînin hemû rêxistin û federasyonên navneteweyî."

Karwan Enwer di dawiyê de jî got: “Hêvî dikim ku ev karesata dawî ya dijî rojnamevanan be, ji ber ku rojnamevan ne xwedî çek û hêz in. Lê ger agir gihaşt me, divê em jî xwedî helwest bin da ku careke din bi vî awayî rojnamevan nebin qurbaniyên pirsgirêkên li herêmê."

Rêveberê Navenda Metro ya ji bo Parastina Mafên Rojnamevanan Rehman Xerîb jî axivî û wiha got: “Bêdengiya hikumeta Iraqê û herêmê sedema berdewambûna bombebaran û dagirkeriya dewleta Tirk e. Wek tê zanîn dewleta Tirk nêzîkî 50 km hatiye nav herêmê û rojane welatiyên sivîl dike hedef."