Girtiyê 30 salan hate berdan: Têkoşîn dewam dike

Şukru Akbaş ê ku piştî 30 salan ji girtîgehê hat berdan got: “Têkoşîn berdewam dike.”

Girtiyê 30 salan hate berdan: Têkoşîn dewam dike
23 tebax 2024   15:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Şukru Akbaş sala 1994’an li Şirnexê hate binçavkirin. Akbaş ê li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) hatî darizandin, bi îdîaya “yekîtî û hevpartiya dewletê xira kiriye” cezayê muebedê lê hate birîn.

Akbaş ê înfaza cezayê xwe temam kirî, ji Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Hejmar 2 tehliye bû. Akbaş ê ku dema ketî girtîgehê 27 salî bû, di temenê 57 saliyê de ji girtîgehê derket.

Li ber girtîgehê malbata wî û rêveberên MATUHAYDER’ê Akbaş pêşwazî kir kirin.

Akbaş li ber girtîgehê axaftinek kurt kir û got: “Piştî salan derketin, helbet di astek diyar de kêfxweşî çêdike. Lê belê ji ber ku pirsgirêkên giştî dewam dikin û ji ber ku min hevalên xwe li pey xwe hiştine, kêfxweşî û kelecanek tune ye. Rewşa welêt li holê ye. Pêvajoyek bû me jiyan kir û me berdêla wê da. Pêvajoya dewam dike, lewma têkoşîn jî dewam dike.”

Şukru Akbaş bi malbata xwe re ber bi warê xwe Edeneyê ve kete rê.