HPG’ê 8 şehîd bi bîr anîn: Bûn milîtanên fedayî yên Apoyî

HPG-NRÇ’ê gerîlayên şehîd bi rêzdarî bi bîr anîn û got, “Hebûna xwe fedayê doza azadiya gelê Kurd kirin û bûn milîtanên fedayî yên Apoyî. "

HPG’ê 8 şehîd bi bîr anîn: Bûn milîtanên fedayî yên Apoyî
13 cotmeh, 2025   10:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-NRÇ) derbarê gerîlayên şehîd ev tişt diyar kir:

 “Hevrêyên me Ronahî, Dunya, Bedirxan, Mahîr, Baran, Andok, Simko û Şahan bi hezkirina azadiyê berê xwe dan çiyayên Kurdistanê. Hebûna xwe fedayê doza azadiya gelê Kurd kirin û bûn milîtanên fedayî yên Apoyî. Bi îdeolojiya PKK’ê xwe jinûve afirandin û azad bûn. Hingî ku azad bûn û xurt bûn, her yek ji wan mîna stêrkekê biriqîn û di têkoşîna gelê me de bi rolên bêhempa rabûn. Dilê wan ji bo tevahî gelên bindest lê dida. Li her dera Kurdistanê bi fedayiyane têkoşiyan. Bûn hêviya bindestan û dengê mazlûman; li her goşeyeke Kurdistanê fedakariyên xwe kirin destanî. Bi sekin, tevlîbûn, jiyan û hevrêtiya xwe di dilê me de cih girtin. Bûn şopdarên Egîd, Bêrîtan û Zîlanan û weke lehengên hemdem ên gelê Kurd navên xwe li dîroka têkoşîna me nivîsandin.

Hevrêyên me Ronahî, Dunya, Bedirxan, Mahîr, Baran, Andok, Simko û Şahan bi îradeya xwe ya xurt tevlî têkoşîna dijwar a sala 2019’an bûn. Bi cesaret û biryardariyeke mezin têkoşîn bi fedayiyane mezin kirin. Ji bo azadiya Rêber Apo û gelê Kurd xwe feda kirin. Em şehîdên xwe yên têkoşîna sala 2019’an ku mîmarên ronahiya siberoja me ne, bi hezkirin, rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Em li ber bîranîna şehîdên xwe yên ezîz bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Em soz didin ku bi hêza ku me ji wan girtiye armancên wan bi ser bixin û meşa Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad bi serketinê tacîdar bikin.

Li ser vê esasê em ji malbatên hêja yên hevrêyên xwe yên şehîd û tevahî gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Agahiyên der barê hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ne:

Nasnav: Ronahî Colemêrg

Nav û Paşnav: Gulcan Akdogan

Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg

Navê Dayik – Bav: Ayşe – Kemal

Cih û Dîroka Şehadetê: 10’ê Çileya 2019’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Dunya Nerduse

Nav û Paşnav: Aşîret Aktaş

Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg

Navê Dayik – Bav: Canê – Arîf

Cih û Dîroka Şehadetê: 10’ê Çileya 2019’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Bedirxan Qoser

Nav û Paşnav: Şervan Aslan

Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn

Navê Dayik – Bav: Gulseren – Mehmet

Cih û Dîroka Şehadetê: 24’ê Tebaxa 2019’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Mahîr Can Dîgor

Nav û Paşnav: Yahya Yurek

Cihê Jidayikbûnê: Qers

Navê Dayik – Bav: Kandîle – Rifat

Cih û Dîroka Şehadetê: 10’ê Çileya 2019’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Baran Êlih

Nav û Paşnav: Ridvan Turgut

Cihê Jidayikbûnê: Êlih

Navê Dayik – Bav: Raziye – Seîd

Cih û Dîroka Şehadetê: 10’ê Çileya 2019’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Andok Jîrkî

Nav û Paşnav: Aydin Ozdemîr

Cihê Jidayikbûnê: Şirnex

Navê Dayik – Bav: Xanim – Muzaffer

Cih û Dîroka Şehadetê: 10’ê Çileya 2019’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Simko Tolhildan

Nav û Paşnav: Riza Sofî

Cihê Jidayikbûnê: Kotol

Navê Dayik – Bav: Xanîm – Ehmed

Cih û Dîroka Şehadetê: 10’ê Çileya 2019’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Şahan Qelqelî

Nav û Paşnav: Murat Alîoglû

Cihê Jidayikbûnê: Wan

Navê Dayik – Bav: Arîfe – Beşîr

Cih û Dîroka Şehadetê: 27’ê Çileya 2019’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê