QSD: Komên Şamê bi zêdetirî 20 top û dronan li Dêr Hafirê xistin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) diyar kir ku çeteyên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê bombebarana bajarê Dêr Hafir li gundewarê Tebqayê didomînin, hewl didin ku zextê li şêniyan  bikin ku ji malên xwe birevin.

QSD: Komên Şamê bi zêdetirî 20 top û dronan li Dêr Hafirê xistin
16 ÇILE, 2026   08:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD îro daxuyaniyek weşand û got, "Komên Şamê topbarana bêserûber li ser bajarê Dêr Hafirê didomîne, ji bo zextê li şêniyn bike û wan bi zorê ji malên wan koçber bik."

Daxuyaniyê zêde kir, "Di saetên borî de, bajar rastî zêdetirî 20 topan hat, her wiha êrişeke bi droneke bombekirî, ku ev yek jiyana sivîlan dixe xeterê. "

Daxuyanî wiha bi dawî bû: "Hêzên me rewşê li ser erdê ji nêz ve dişopînin û erkê xwe pêk tînin û hemî tedbîrên pêwîst digirin da ku ewlehiya bajar û şêniyan biparêzin. "

(k)