Graham: Zêdebûna aloziyê li dijî hevalbendên me wê bersiva DYA’yê bîne

Senatorê Amerîkî Lindsey Graham diyar kir ku her êrişeke leşkerî ji aliyê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê û Tirkiyeyê ve li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê "dê rastî bersiveke berfireh a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê  were."

Graham: Zêdebûna aloziyê li dijî hevalbendên me wê bersiva DYA’yê bîne
16 ÇILE, 2026   09:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Senator Lindsey Graham hişyarî da ku Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê û Tirkiyeyê bi hev re hêza leşkerî li dijî Kurdan li Sûriyeyê bikar tînin, û diyar kir ku Kurd di şerê berdewam de ji bo têkçûna dawî ya çeteyên DAIŞ`ê hevalbendê herî xurt ê Amerîkayê ne.

Di posteke li ser X`ê, Graham diyar kir ku hêzên Kurd niha bi qasî 9 hezar çeteyên herî xeternak ên DAIŞ`ê digirin, û da zanîn kir ku pêşîgirtina vegera wan bo qada şer berjewendiyeke girîng a ewlehiya neteweyî ya Amerîkayê ye. 

Graham got, "Dayîna şansek ji hikûmeta nû ya Sûriyeyê re mimkun e, lê her êrişeke êrîşên li dijî Kurdan ji aliyê hêzên Sûriyeyê yên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve têne piştgirîkirin dê rewşeke tevahî nû biafirîne."

Senatorê Amerîkî destnîşan kir ku ev zêdebûna aloziyê dê di nav DYA`ê de bi "piştgiriyek berfireh û kûr partiyên Demokratîk û Komarî ve" neyê qebûl kirin, û diyar kir ku ew û hevkarên wî fikra ku hikûmeta demkî li Sûriyê û Tirkiye li şûna Kurdan parastina girtiyên DAIŞ`ê bigire ser xwe, qebûl nakin û kesên ku li ser vê yekê diştexilin dikin wekî "xwe dixapînin" bi nav kir.

(k)