QSD çeteyekî DAIŞ′ê girt

Li Reqayê di operasyoneke leşekrî ya QSD′ê de çeteyekî DAIŞ′ê hat girtin.

QSD çeteyekî DAIŞ′ê girt
5 kanûn, 2023   16:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), bi daxuyaniyekê got çeteyekî DAIŞ′ê li Reqayê girtiye.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: "

Tîmên Operasyonên Leşkerî yên girêdayî hêzên me Hêzên Sûriyeya Demokratîk di çarçoveya girtina bermahiyên şaneyên rêxistina DAIŞ a terorîst de, duh (Duşemê) li bajarê Reqayê operasyoneke ewlehiyê  ji bo girtina çeteyekî rêxistina terorîst li dar xist.

Operasyon piştî şopandinê bi baldarî pêk hat. Hêzên me endamê terorîst di malekê de li taxa Ekrad li bajarê Reqayê zeft kir û terorîstî bi navê Ebdulrezaq Mehmûd Zebkê (Ebû Xetab) girt. Terorîstê hatî girtin ji bajarê Babê yê di bin serweriya dewleta Tirk a dagirker de ye.

Endamê terorîst ê hatî girtî berpirsê belavkirina çekan li şaneyên rêxistina DAIŞ a terorîst ên li bajar û gundewarê wê ye.

Hêzên me dê xebatên serdegirtina şaneyên rêxistina terorîst bidomîne ta herêmê ji wan paqij bike û aştiya navxweyî ya li herêmê biparêze."

(bb)

ANHA