Em deyndarên Rêbertî ne, mafê me ye rewşa wî nas bikin′

Li Helebê, Reqa, Hesekê, Til Birak û Şedadê bi hezaran kesî ji bo naskirina rewşa Rêber Abdullah Ocalan meşiyan. Di meşan de hate gotin: ′′Em deyndarên Rêbertî ne, mafê me ye rewşa wî nas bikin.′′

5 kanûn, 2023   17:12
NAVENDA NÛÇEYAN

 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên ji bo naskirina rewşa Rêber Abdullah Ocalan, bi taybetî piştî erdheja ku duh pêk hat, dewam dikin.

HELEB

Bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi meşekê xwest agahiyê ji rêber Abdullah Ocalan bigirin. Di meşa ku ji aliyê Însiyatîfa Sûriyeyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan ve hat lidarxistin de, endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî, jin û ciwan jî beşdar bûn.

Meş ji pêşiya hola civînan a 8′ê Adarê ya li taxa Şêxmeqsûdê dest pê kir. Di meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsên "Dem dema azadiyê ye", "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" hatin vekirin. Her wiha bê navber dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" û "Bijî berxwedana Rêber Apo" hatin berzkirin. Meş li qada 7 Şehîdan a li beşê rojhilat ê taxa Şêxmeqsûdê veguherî mîtîngê. Li vir berdevka Însiyatîfa Sûriyeyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Helebê Amine Xidro daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de daxwaza naskirina rewşa Rêber Abdullah Ocalan hat kirin.

REQA

Li bajarê Reqayê jî bi beşdarbûna bi sedan kesî meşek hat lidarxistin. Meş ji ber avahiya Meclisa Giştî ya Reqayê dest pê kir û li çerxerêya Neîm bi dawî bû. Beşdaran dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe", "Hilweşe komploya navneteweyî" û "Bi can bi xwîn em bi te re ne Ocalan" berz kirin.

Li çerxerêya Neîm endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê Ebîr El Xelîl axivî. Ebîr behsa binpêkirinên qanûnên mafên mirovan û girtiyan ji aliyê dewleta Tirk ve kir û got, kiryarên li dijî Rêber Abdullah Ocalan li dijî qanûnên nanveteweyî yên mafên mirovan e.

Ebîr îşaret bi têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan a ji bo jinan, bi taybet jinên Ereb  kir û diyar kir ku ramanên Rêber Abdullah Ocalan ji pirsgirêkên civakê yên ji ber zihniyeta baviksalar a hegemonîk  derketine re çareserî ne.

Ebîr El Xalîl bi navê jinên Reqayê bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku zextê li desthilata Tirk bike bila rewşa Rêber Abdullah Ocalan aşkera bike. Her wiha got, hêzên navneteweyî  berpirsên rewşa girtiyan e.

Her wiha endamê Komîteya Kar û Barên Olî Şêx Yehya Ebû Beraa anî ziman ku desthilata Tirk bi girankirina tecrîdê dixwaze Rêber Abdullah Ocalan ji derve qut bike.

Çalakî bi dirûşmên ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî bi dawî bû.

HESEKÊ

Bi heman armancê bi sedan şêniyên bajarê Hesekê meşek li dar xist. Meş ji çerxerêya Sînalko ber bi çerxerêya Kevokê ve dest pê kir. Beşdaran wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsên "Sonda me em ê pergala Îmraliyê hilweşînin û bi Rêberê xwe re azad bijîn" vekirin.

Li çerxerêya Kevokê endamê Meclisa Giştî ya PYD′ê Ebdulxenî Oso armanca lidarxistina vê meşê diyar kir û got, hêzên nanveteweyî û NY′yê berpirsên rewşa Rêber Abdullah Ocalan ne.

Çalakî bi dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.

TIL BIRAK

Li navçeya Til Birakê ya kantona Hesekê bi sedan kesî ji bo naskirina rewşa Rêber Abdullah Ocalan li kolanên navçeyê meşiyan. Di meşê de dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" hat berzkirin. Meş li ber navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn rawestiya. Li vir jî hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Birakê Weed El Ilêwî daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan banga xurtkirina têkoşînê hat kirin.

Çalakî bi berzkirina dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.

Li navçeya Şedadê ya kantona Hesekê jî bi sedan kes ji pêşiya navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ber bi Parka Rêbertî ve meşiyan. Li ber parkê endamê Yekitiya Jinên Ciwan Îqbal El Ebdo axivî, tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got, desthilata Tirk bi tecrîdê dixwaze Rêbertî ji gel dûr bixe.

Ji rêveberên PYD′ê Fadil El Ehmed jî bang li desthilata Tirk kir ku dimildest rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan aşkera bike.

Her wiha endamê Federasyona Gaziyên Şer Ehmed El Elî anî ziman ku ew daketina qadan da ku rewşa Rêber Abdullah Ocalan nas bikin û got: "Rêber Abdullah Ocalan hewl dide neteweya demokratîk û jiyana hevbeş û edaletê pêk bîne. Em deyndarên Rêbertî ne, mafê me heye rewşa wî ya tenduristiyê nas bikin."

Çalakî bi berzkirina silavkirina berxwedana Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.

(bb)

ANHA