QSDˊê li Dêrazorê tedbîrên ewlehiyê girtin

QSDˊê li kantona Dêrazorê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek tedbîrên ewlehiyê girtin. Ew tedbîr wiha ne; zêdekirina hejmara bendên kontrolê, zêdekirina dewriyeyan û belavbûna hêzan li ber çemê Firatê li aliyê rojhilatê kantonê.

12 gulan, 2024   16:28
DÊRAZOR

Çeteyên DAIŞˊê di 10ˊê Gulanê de bi rêya erebeyeke bombebarkirî êrişeke xwekuj li dijî benda Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li bajarê Şihêl ê rojhilatê kantona Dêrazorê pêk anî. Di encamê de 3 şervanên QSDˊê şehîd bûn û 7 jî birîndar bûn. Piştî wê jî QSDˊê tedbîrên ewlehiyê yên fireh li kantona Dêrazorê pêk anîn.

Ji vê sibehê ve li kantonê hêzên leşkerî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li gund, bajarok û bajarên Dêrazorê belav dibin. Her wiha hêz li ser bendên kontrolê hatin belavkirin û li aliyê rojhilatê çemê Firatê jî belav bûn.

Ev tedbîr piştî QSDˊê duh bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan tedbîrên ewlehiyê li rojhilatê Dêrazorê girtin, pêk hat.

(fr)

ANHA