Qonaxa yekem a lêkolînên li şûnwarên li qeraxên Firatê bi dawî bû

Tîma lêkolînên şûnwarî qonaxa yekem a xebata xwe ya li deverên Bals û Îmar ên li her du qeraxên Firatê bi dawî kir.

Qonaxa yekem a lêkolînên li şûnwarên li qeraxên Firatê bi dawî bû
Qonaxa yekem a lêkolînên li şûnwarên li qeraxên Firatê bi dawî bû
Qonaxa yekem a lêkolînên li şûnwarên li qeraxên Firatê bi dawî bû
Qonaxa yekem a lêkolînên li şûnwarên li qeraxên Firatê bi dawî bû
Qonaxa yekem a lêkolînên li şûnwarên li qeraxên Firatê bi dawî bû
Qonaxa yekem a lêkolînên li şûnwarên li qeraxên Firatê bi dawî bû
Qonaxa yekem a lêkolînên li şûnwarên li qeraxên Firatê bi dawî bû
Qonaxa yekem a lêkolînên li şûnwarên li qeraxên Firatê bi dawî bû
Qonaxa yekem a lêkolînên li şûnwarên li qeraxên Firatê bi dawî bû
7 tîrmeh, 2025   15:27
TEBQA

Piştî asta çemê Firatê daket û hejmareke deverên şûnwarî derketin holê, tîmeke lêkolînên şûnwarî ku ji Desteya Çand û Şûnwaran a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Desteya Çandê ya Kantona Tebqayê, li nêzî bajarokê Meskenayê deverên dîrokî vedîtin, wekî deveran Bals û Îmarê. 

Piştî vedîtinê, tîmên hevbeş ku ji dehan endamên her du desteyên çandî û pisporên şûnwaran yên ji Tebqa û Reqayê pêk tê, di 28’ê Hezîranê de dest bi qonaxa yekemîn a lêkolînê kir. Qonaxa yekem lêkolîneke meydanî û vekolîneke dîtbarî ya cihên ku ji ber kêmbûna asta avê aşkera bûbûn, pêk dianî. Li gorî hevserokê Gerînendetiya Turîzm û Parastina Şûnwaran a Kantona Tebqayê Mihemed El Cebel, li şûnwara Bals çend rewşên kolandina nepenî hatin tespîtkirin, ev yek jî bi aliyên peywendîdar re hatin çareserkirin.

Çend rojên bê dê qonaxa duyemîn a lêkolînkirin û belgekirina devera ji Meskenayê heya bajarê Tebqayê dest pê bike.

El Cebl diyar kir ku ev xebat di çarçoveya hewldanên wan ên domdar ên parastina mîrateya çandî û deverên şûnwarî de tê kirin ku piştî daketina asta ava gola Firatê derketine.

Devera dîrokî ya Bals ku di dîrokê de wekî Balis tê zanîn, li qeraxa rojhilatê Çemê Firatê li nêzîkî bajarokê Meskana ye. Dîroka wê vedigere serdema Roma-Bîzansê (sedsalên 3-6 PZ). Bajar di serdema Emewiyan (sedsala 8’an) û Ebasiyan (sedsalên 9 û 10) de wek rawestgeheke stratejîk a li ser rêya bazirganiyê ya di navbera Iraq û Şamê de dihat dîtin. Balsê ji bermahiyên mîmarî yên ji gelek serdeman wekî sûrên parastinê, bircên çavdêriyê û depoyên avê pêk tê, piraniya wan cihan piştî avakirina bendava Firatê di salên 70’yî yên sedsala borî de, binav bûn. Piştî daketina asta ava çem hin beşên vî bajarî careke din derketin holê.

(bb)