Li Hemayê cenazeyên du hevseran hatin dîtin

Li rojavayê Hemayê du hevserên ku ji duh ve agahî ji wan qut bûbû, kuştî hatin dîtin.

Li Hemayê cenazeyên du hevseran hatin dîtin
7 tîrmeh, 2025   15:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li ser rêya Eyn Kirûm-Qerendeh a herêma Xab a li rojavayê Hemayê, cenazeyên du hevseran hatin dîtin.

Li gorî SOHR’ê, her du hevser saet 13.30’an ji bo berhevkirina pelên defneyê ji malê ber bi navçeya Eyn El Kirûm ve bi rê ketibûn û agahî ji wan qut bûbû. Hate diyarkirin ku heya saetên derengiya şevê telefona zilamî lê dida lê bersiv nedida, piştre telefona wî bi temamî qut bûbû.

(bb)