Hevdîtina şandeya Îmralî û Erdogan destpê kir

Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokkomarê Tirkiyê Tayyîp Erdogan dest pê kir.

Hevdîtina şandeya Îmralî û Erdogan destpê kir
7 tîrmeh, 2025   15:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevdîtina endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û Mîthat Sancar û Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan a li Kulliyeyê dest pê kir.

Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin û Serokwekîlê Giştî yê AKP’ê Efkan Ala jî di hevdîtinê de cih digirin.

Hevdîtin, ji çapemeniyê re girtî dest pê kir.