Qeter gef li Hemasê xwar

DYA’yê gef li Qeterê xwar ku eger Hemasê peymana agirbestê îmze neke wê ji Qeterê bê qewitandin.

Qeter gef li Hemasê xwar
7 hezîran, 2024   22:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji hefteya borî ve hevkarên xwe yên Rojhilata Navîn hişyar dike da ku gefê li Hemasê bixwin û wê neçar bikin bila pêşniyariya Îsraîlê ya agirbestê û berdana girtiyan qebûl bike.

Tora CNN’ya amerîkî ragihand ku piştî gelek mehan ji hişyarkirinê, Qeter niha gef li tevgera Hemasê xwar.

Rayedarekî DYA’yê da zanîn ku rêveberiya serokê DYA'yê Joe Biden dibîne ku derfet heye ku peymana agirbestê were pêkanîn.

Çavkaniyek diyar kiribû ku Misrê îşaretên erênî ji Hemasê girtibûn û pêşbînkirî ye ku Hemas di çend rojên bê de bersiva pêşniyariya Îsraîlê bide.

Li gorî rayedarên DYA’yê, DYA’yê ji Qeterê ya ku rê dide tevgera Hamasê ku polîtbûrya xwe li paytexta wê kar bike, xwestiye eger Hemas peymanê qebûl neke, ew dê wê ji paytextê bê biqewitîne.

Di heman demê de rayedarên DYA'yê zextên li Qeter, Misir û Tirkiyeyê didomînin da ku ew jî bi rêya gefxwarina rawestandina hesabên bankê yên endamên Hemasê û astengkirina tevgera wan li herêmê, zextê li Hemasê bikin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYA’yê Matt Miller wiha gotibû: "Misir û Qeter zexteke mezin li Hemasê dikin. Herdu welat jî roleke pir girîng di navberkariyê de dilîzin. Ev pêşniyarî û peyman jî ji bo berjewendiya gelê Filistînê ye."

(mh)