Gerîlayan balafirek bêmirov xist xwarê

Gerîlayên azadiya Kurdistanê li Çiyayê Asos balafirek bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker xist xwarê.

Gerîlayan balafirek bêmirov xist xwarê
7 hezîran, 2024   23:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor çavkaniyên taybet ku agahî dane Rojnewsˊê, sîstema parastina hewayî ya Qendîlê li çiyayê Asos balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker xist xwarê. Hate zanîn ku balafira bêmirov li devera bajarokê Dûkan ê ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve ketiye xwarê.

Kêliyek beriya niha, sîstema parastina hewayî ya Qendîlê, li çiyayê Asos balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker xist xwarê.

Li gorî çavkaniyên taybet yên Rojnews’ê balafira ku hatiye xistin ji cûrê balafira bêmirov û biçek e. Çavkanî ji ajansa Rojnewsˊê re ragihand ku balafir li bajarokê Dûkanê ketiye xwarê.

Bi xistina vê balafirê re hêjmara balafirên bêmirov û biçek ên dewleta Tirk a dagirker ku ji aliyê sîstema parastina hewayî ya gerîlayên azadiya Kurdistanê ve hatine xistin gihişt 17’an.